في عملية ليلية نفذت قواتنا غارة واسعة لنقاط مرتزقة الاحتلال التركي
Ji çapemenî û raya giştî re
Li roja 19ê Gulanê, li derdora gundê Basufanê ya girêdayî Efrînê, hêzên me li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek berfireh a serdagirtinê lidarxistin. Çalakî şev di seet 01:00 an de destpê kir. Di pêvçûnên despêkê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî bi awayek brîndar ji baregehê reviyan. Di nav 15 deqqeyan de kontrola baregehê ket destê hêzên me. Di berdewamiya pêvçûnan de 4 çeteyên din hatin kuştin û çeteyek hat brîndar kirin. Herwiha doçkayek hat ruxandin. Di seetên sibehê de dema artêşa dagirker li derdora gund dest bi operasyonek kir, li vir jî di encama çalakiyek sabotajê de seyareyek hat ruxandin, herwiha 3 leşkerên Tirk û çeteyek hat kuştin. Berbi nîvro di seet 10:00 an de dema hêzên dagirker hewl didan cenazeyên xwe rabikin, çalakiyek din ya sabotajê hat lidarxistin. Li vir jî 2 çete hatin kuştin, motorek hat ruxandin. Piştî wan çalakiyan hêzên dagirker bi desteka balafirê keşfê derdora baregehê û gundên herêma Şêrawa û Şehba topbaran kirin.
Di wan çalakiyan de bi giştî 11 çete û 3 leşker hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî brîndar bûn. 1 seyare, 1 motor, 1 doçka tev pîkabê wê, 1 termal, 1 durbîna roj û 1 bêtêl hatin ruxandin. 1 BKC, 3 AK-47, 1 dûrbîna şev, 1 bêtêl û 3 telefon jî hatin desteserkirin.
Ew rêzeçalakî bi armanca tolhildana êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li meha dawî li hember gelê me da meşandin, hatin lidarxistin.
Hêzên Rizgariya Efrinê
20 Gulan 2021
شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :