استهداف قواتنا نقطة لمرتزقة الاحتلال التركي في قرية باصوفان التابعة لناحية شيراوا.
Di encama çalakiyên di navbera rojên 14 û 26ê Avrêlê de bi giştî, 6 çete hatin kuştin, 12 çete û 3 leşker jî brîndar bûn
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di navbera rojên 14 û 26ê Avrêlê de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê hêzên me ve rêzeçalakî hatin lidarxistin. Encama wan çalakiyan wiha ye;
Li roja 14ê Avrêlê, li Bilbilê, di encama çalakiya hêzên me de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
Li roja 16ê Avrêlê, li Efrînê li ser rêya Raco di encama çalakiya sabotajê de 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Li roja 23ê Avrêlê, li Efrînê di encama çalakiyek sabotajê de 3 çete brîndar bûn. Li heman rojê, li Babê, li hember konvoyek artêşa dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker û 4 çete brîndar bûn.
Li roja 24ê Avrêlê, li Efrînê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete brîndar bûn.
Li roja 26ê Avrêlê, li derdora gundê Basufanê ya navçeya Şêrawa, li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyareyek hat rûxandin. Di derbarê kuştî û brîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
28 Avrêl 2021
شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :