استشهاد احد رفاقنا الشهيد الآن بينه

Di çalakiyên di navbera rojên 8-14ê Avrêlê de bi giştî 8 çete hatin kuştin, 19 çete jî brîndar bûn
Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên hêzên me berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 8ê Avrêlê, li gundê Hallubiyê ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
Li roja 11ê Avrêlê, li bajarê Efrînê li hember noxteyek çeteyan çalakiyek sabotajê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 13 çete brîndar bûn.
Li roja 12ê Avrêlê, li bajarê Efrînê li ser rêya Trindê çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete brîndar bûn. Herwiha seyareyek çeteyan hat rûxandin.
Li roja 14ê Avrêlê, li bajarê Babê, li hember seyareyek leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin, seyare hat rûxandin.
Li roja 16ê Avrêlê, li bejahiya navçeya Şera di navbera yekineyek me û leşkerên dagirker de pêvçûn qewimî. Di vê pêvçûnê de hejmara kuştî û brîndarên dijmin nehat zelalkirin. Di vê pêvçûnê de rêhevalê me Alan Bênê li hember dijmin heta fişeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û gihişt asta şehadetê.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Alan Bênê
Nav û Paşnav: Basil Hesen
Navê dayik: Nadya
Navê bav: Nîdal
Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Şêrawa
Cih û dîroka şehadetê: Şera | 16 Avrêl 2021
Rêheval Alan li Şêrawa di nav malbatek welatparêz de mezin bû. Hestên welatparêziyê di kesayeta xwe de zivirand zanebûnekî û li ser vê esasê ji bo tolê ji dagirkeran bigire li sala 2019 an tevli nav refên me bû. Rêheval Alan her tim bi moral û coşeke mezin tevli kar û xebatan bû û hemû erkên ku diketin ser milê wî bi azwerî û berpirsiyariyek mezin bicîh anî. Ev sekna xwe ya bibiryar heta kêliya dawî ya jiyana xwe parast û tevlî karwanê şehîdên azadiye bû. Em di şexsê rêheval Alan de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
17 Avrêl 2021