استشهاد احد رفاقنا الشهيدة روكين زردشت

Rêhevala me Rûken Zerdeşt di nav malbatek Êzidî de mezin bû. Bi çand û rihek welatparêz kesayeta xwe avakir û hêrsa xwe yê li hember dijminê dagirker her roj geştir kir. Rêheval Rûken ku yekem şehîda yekineyên Şehîd Avesta ye, di kesayeta xwe de xeta azadiya jinê esas girt û bû şopdarê Avestayan. Rêheval Rûken di salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê de car din ispat kir ku jiyana azad wê bi têkoşîn û berxwedaniya rûmetê mezin bibe û ji bo vê yekê di xeta şerê gel ê şoreşgerî de çi pêwîst bike wê were kirin. Çawa ku di Berxwedana Serdemê de sekna YPJ di kesayeta Avestayan de li tevahî cîhanê hat belav kirin, îro jî di kesayeta rêheval Rûken de bi şopdariya ramanên Karker û Avestayan carek din diyar bû ku vîna mezin ya azadiyê wê dagirkeran bin bixe.

Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: Rûken Zerdeşt
Nav û Paşnav: Gulîstan Zuheyr Îbrahîm
Navê dayik: Hesna
Navê bav: Zuheyr
Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Şêrawa
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn | 17 Adar 2021

Em di şexsê rêheval Rûken Zerdeşt de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê şehîda xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Bi vê boneyê soza azadiyê ku me daye gelê xwe û şehîdên xwe dubare dikin.

Hêzên Rizgariya Efrînê
19 Adar 2021

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/635

زر الذهاب إلى الأعلى