إجراء عملية نوعية ضد موقع قوات الاحتلال التركي في مدينة عفرين المحتلة.
Ji çapemenî û raya giştî re
Bi boneya salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê, ji aliyên hêzên me ve rêzeçalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 14ê Adarê, li taxa Eşrefiyê a bajarê Efrinê, li hember koma çeteyên dagirker a bi navê Sultan Murad çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de seyareyek hat ruxandin.
Li roja 16ê Adarê, li herêma Efinê li hemberî çeperek çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Brîndarên dijmin hene lê di derbarê hêjmara brîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li heman rojê, li bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê hêzên me li hember benda qontrolê ya çeteyên dagirker çalakiyekî sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn. Herwiha seyareyek çeteyan hat ruxandin. Li roja 17ê Adarê, di navbera leşkerên dagirker û yekineyê me de pêvçûnên dijwar qewimîn. Di vê pêvçûnê de 2 hevalên me dîl ketin, hevala me Rûken Zerdeşt jî di pêvçûnê de brîndar bû û ji bo ku dîl nekeve bombeyê xwe di xwe de teqand û gihişt şehadetê.
Li roja 17ê Adarê, li taxa Mahmudiyê a bajarê Efrînê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete brîndar bûn.
Li roja 18ê Adarê, li herêma Efrînê hêzên me li hember baregehek artêşa dagirker çalakiyek lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn.
Rêhevala me Rûken Zerdeşt di nav malbatek Êzidî de mezin bû. Bi çand û rihek welatparêz kesayeta xwe avakir û hêrsa xwe yê li hember dijminê dagirker her roj geştir kir. Rêheval Rûken ku yekem şehîda yekineyên Şehîd Avesta ye, di kesayeta xwe de xeta azadiya jinê esas girt û bû şopdarê Avestayan. Rêheval Rûken di salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê de car din ispat kir ku jiyana azad wê bi têkoşîn û berxwedaniya rûmetê mezin bibe û ji bo vê yekê di xeta şerê gel ê şoreşgerî de çi pêwîst bike wê were kirin. Çawa ku di Berxwedana Serdemê de sekna YPJ di kesayeta Avestayan de li tevahî cîhanê hat belav kirin, îro jî di kesayeta rêheval Rûken de bi şopdariya ramanên Karker û Avestayan carek din diyar bû ku vîna mezin ya azadiyê wê dagirkeran bin bixe.
Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;
Nasnav: Rûken Zerdeşt
Nav û Paşnav: Gulîstan Zuheyr Îbrahîm
Navê dayik: Hesna
Navê bav: Zuheyr
Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Şêrawa
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn | 17 Adar 2021
Em di şexsê rêheval Rûken Zerdeşt de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê şehîda xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Bi vê boneyê soza azadiyê ku me daye gelê xwe û şehîdên xwe dubare dikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
19 Adar 2021
شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :
t.me/HRE_official_kurdish/630