استشهاد احد رفاقنا الشهيد غيفارا عفرين

Em hevrê Gîvara Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 2 yê Çileyê de rêhevalê me Gîvara Efrîn, di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de gihîşt şehadetê.

Hevrê Gîvara Efrîn, li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Di têkoşîna me ya li hember dagirkeriyê de heta kêliya dawî cihê xwe girt û bû şervanekî rûmetê. Hevrê Gîvara, bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan bi azwerî û dilsoziyek mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bi biryar sekinî û tevlî karwanê şehîdan bû.

Nasnav: Gîvara Efrîn

Nav û Paşnav: Bîlal Hemkawî

Navê Dayikê: Necah

Navê Bav: Cemal

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrin

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê | 02 Çile 2021

Em di şexsê hevrê Gîvara de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrînê
04 Çile 2021

زر الذهاب إلى الأعلى