نتائج مقاومة 2020 لقوات تحرير عفرين
Encamên berxwedana sala 2020an a Hêzên Rizgariya Efrînê
Dewleta Tirk a dagirker piştê dagirkirina Efrînê, li hemberî gelê me her cûre pêkanînên dermirovahî wekî kuştin, revandin, asîmîlekirin, qirkirin û hwd da meşandin û bênavber dide meşandin. Di aliyek de demografyaya Efrînê diguherîne, di aliyê din de jî hewl dide ku xweza û dîroka Efrînê tune bike. Her roj bi topbaranên dijwar gelê herêmê û xwezaya herêmê tê hedef girtin. Gelê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji cihûwarê xwe koçber bûnê, dîsa bi her cure qirkirinan ve rûbirû dimînin.
Li hemberî wan pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di sala 2020 an de çalakiyên me yên tolhildanê benavber berdewam kirin. Encamên çalakiyên me wiha ne;
Hêzên me di sala 2020an de li hember artêşa dagirker û komên çete, bi giştî 153 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de
– 265 çete û leşker hatin kuştin.
– Ji van 235 kes ji komên çete, 30 kes ji artêşa Tirk a dagirker in.
– 214 çete û leşker hatin brîndarkirin.
– Ji van 172 kes ji komên çete, 42 kes ji artêşa Tirk a dagirker in.
Hêzên me di van çalakiyan de bi giştî;
12 çekên AK-47 û gelek jarjor û fîşekên wê, 1 çeka M-16, 2 çekên A4, 2 çekên BKC, 1 roketavêja RPG 7, 1 çeka sekvaniyê, 1 MPT 76, 2 termal, 3 bêtêl, 1 kamera, 5 telefon, 1 cîhaza mesafe dipîve, 1 durbîna şevê, 1 dûrbîna rojê, herwiha dokumanên rêxistinî û alavên leşkerî desteserkirin.
Di heman demê de 35 seyare, 3 doçka û 2 drone hatin rûxandin. Tang û seyareyên zirxî ji di nav de 11 seyare jî hatin derbkirin.
Artêşa dagirker di sala 2020 an de 375 caran herêmê topbaran kir. Di wan topbaranan de 7 medenî şehid ketin û zarok jî di nav de 14 medenî jî brîndar bûn. Herwiha çeteyên dagirker 2 caran êrişê bejahî lidarxistin.
Di êrişên artêşa dagirker û komên çete de 20 rêhevalên me gihiştin şehadetê.
Hêzên Rizgariya Efrînê
01 Çile 2021