استشهاد احد رفاقنا الشهيد زنار جبار

Em rêhevalên xwe Brusk Şehba û Zinar Gabar bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li roja 15ê Kanûnê li herêma Efrînê di encama pêvçûnê ku di navbera hêzên me û leşkerên Tirk a dagirker de qewimî de, du hevalên me gihiştin asta şehadetê.

Rêhevalên me Brusk Şehba û Zinar Efrîn,  ji roja ku tevlî bûn heta kêliya dawî, li hemberî dagirkeran bi rihek fedayî têkoşîn kirin û ti car paş de gav neavêtin. Her tim bi fedakariyek mezin erk û berpirsiyarên xwe bi cîh anîn. Ti car dagirkeriyê û zext û zordariyên ku li ser gelê me tê meşandin qebul nekirin û li hemberê vê yekê di çepera pêş de tekoşîn dan meşandin. Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) destnîşan dikin ku emê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Em di şexsê rêheval Brusk û rêheval Zinar de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.


Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Brusk Şehba

Nav û Paşnav: Mustafa Muslim

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Nuh

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 15ê Kanûnê 2020

Nasnav: Zinar Gabar

Nav û Paşnav: Mihemed Hebeş

Navê Dayikê: Nebîhe

Navê Bav: Îzet

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 15ê Kanûnê 2020

 

Hêzên Rizgariya Efrînê | 17 Kanûn 2020


زر الذهاب إلى الأعلى