استشهاد احد رفاقنا الشهيد بروسك شهباء
Em rêhevalên xwe Brusk Şehba û Zinar Gabar bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li roja 15ê Kanûnê li herêma Efrînê di encama pêvçûnê ku di navbera hêzên me û leşkerên Tirk a dagirker de qewimî de, du hevalên me gihiştin asta şehadetê.
Rêhevalên me Brusk Şehba û Zinar Efrîn, ji roja ku tevlî bûn heta kêliya dawî, li hemberî dagirkeran bi rihek fedayî têkoşîn kirin û ti car paş de gav neavêtin. Her tim bi fedakariyek mezin erk û berpirsiyarên xwe bi cîh anîn. Ti car dagirkeriyê û zext û zordariyên ku li ser gelê me tê meşandin qebul nekirin û li hemberê vê yekê di çepera pêş de tekoşîn dan meşandin. Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) destnîşan dikin ku emê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Em di şexsê rêheval Brusk û rêheval Zinar de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Brusk Şehba
Nav û Paşnav: Mustafa Muslim
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Nuh
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 15ê Kanûnê 2020
Nasnav: Zinar Gabar
Nav û Paşnav: Mihemed Hebeş
Navê Dayikê: Nebîhe
Navê Bav: Îzet
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 15ê Kanûnê 2020
Hêzên Rizgariya Efrînê | 17 Kanûn 2020