استشهاد احد رفاقنا الشهيد عبدالحميد إسماعيل

Em rêhevalê xwe Ebdilhemîd Îsmaîl bi rêzdarî bibîr tînin

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Rêhevalê me Ebdilhemîd Îsmaîl, li roja 9ê Kanûnê, di encama nexweşiyê de şehîd ket.Hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl, rexmê temenê xwe yê mezin, li hemberî dagirkeriyê bê helwest nema û di sala 2019 an de tevlî refên me bû. Bi vê sekna xwe yê hêja û birûmet cardin îspat kir ku, bêyî ku mirov ji bo azadiyê têkoşîn bide, tu wateya jiyanê nîn e. Û bi vê nêzikatiyê ve bi azwerî û coşeke mezin tevlî kar û xebatan bû. Her tim bi sekna xwe yê kedkar ji bo rêhevalên xwe bû mînak.  



Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nav û Paşnav: Ebdilhemîd Îsmaîl

Navê Dayikê: Bedriye

Navê Bav: Mahmud

Cih û Dîroka Şehadetê: Şehba | 9 Kanûn 2020

Em di şexsê hevrê Ebdilhemîd Îsmaîl de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û soza azadiyê ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe em cardin dubare dikin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrîn
12 Kanûn 2020

زر الذهاب إلى الأعلى