نفذت قواتنا عملية ضد قاعدة للجيش التركي المحتل في منطقة عفرين.

Ji çapemenî û raya giştî re!
Dewleta Tirk a dagirker ku di dîroka xwe de her tim nûnertiya çanda qirkirin, asîmilasyon û pêkanînên dermirovahî li hemberî gelan kiriye, îro jî bi hemû qirêjiya xwe qirkirin û asîmilasyonê li ser gelê me ferz dike. Di wan pêkanînên xwe de bêyî ku cudahî bixe navberê, jin, zarok, ixtiyar hemû beşên civakê dike hedef. Dewleta faşîst ku par di meha Kanûnê de li Til Rifatê zarokan qetlkiribû, îro ji bi heman şêwazê li ser gelê herêmê qetliaman dimeşîne. Bûyera ku herî dawî li gundê Kîmarê hatibû jiyankirin jî mînakek vê yekê ye. Ji bo tolhildan û bersivdayîna wan pêkanînên dermirovahî hêzên me çalakiyên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 3ê Kanûnê di saetên ber bi sibê de, hêzên me li herêma Efrînê li hemberî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Herwiha 1 MPT-76, rextê wê, 1 termal, 1 bêtêl û 1 telefon hatin bidestxistin.
Li roja 4ê Kanûnê li herêma Efrînê, hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 çete hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Li hember pêkanînên dermirovahî ya dewleta Tirk yê ku li ser gelê me dimeşîne, çalakiyên me yên tolhildanê wê berdewam bikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
06 Kanûn 2020

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/614

زر الذهاب إلى الأعلى