نفذت قواتنا عملية تخريبية ضد عصابات الاحتلال في قرية عرب ويران التابعة لناحية شرا

Ji çapemenî û raya giştî re!
Li hember qirkirin û asîmîlasyona ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê me yê Efrînê dimeşîne, çalakiyên me yên tolhildanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 11ê Mijdarê li gundê Erebwêran ya navçeya Şera hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî brîndar bû.
Li roja 12ê Mijdarê li gundê Erendê ya navçeya Şiyê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Li roja 18ê Mijdarê li herêma Efrînê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 5 çete hatin kuştin. Wesayitek hat îmhakirin.
Di encama wan her 3 çalakiyan de herî kêm; 9 çete hatin kuştin, 1 çete jî brîndar bû.
Li hemberî dagirkeran çalakiyên me yên tolhildanê wê bênavber berdewam bikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
19 Mijdar 2020

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/609

زر الذهاب إلى الأعلى