استشهاد احد رفاقنا الشهيد جوان كفرنايا
Em hevrê Ciwan Kefernaya bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di dîroka 13ê Mijdarê de şervanê me Ciwan kefernaya, di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de, di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt şehadetê.
Hevrê Ciwan, li Şehba di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Di têkoşîn û berxwedana me ya li dijî dagirkeriyê de heta kêliya dawî erk û berpirsiyatiyên xwe bi cîh anî. Hevrê Ciwan, bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan bi azwerî û dilsoziyek mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bi biryar sekinî û tevlî karwanê şehîdan bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Ciwan Kefernaya
Nav û Paşnav: Ehmed El Etreş
Navê Dayikê: Fetum
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Şehba
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê | 13 Mijdar 2020
Em di şexsê hevrê Ciwan de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Hêzên Rizgariya Efrîn
13 Mijdar 2020