نفذت قواتنا في مدينة عفرين عملاً عسكريا ضد عصابات الجبهة الشامية
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li hemberî pêkanînên dermirovahî ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê me yê Efrînê dimeşînin, çalakiyên tolhildanê ya hêzên me berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 6ê Mijdarê li bajarê Efrînê, hêzên me li hemberî çeteyên Cebha Şammiyê çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn. Herwiha wesayitek çeteyan hat derbkirin.
Li roja 8ê Mijdarê di saetên şev de, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê, hêzên me li hemberî navenda çeteyên Cebha Şammiyê çalakiyekî din ya sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 çete hatin kuştin, 2 ji wan giran 7 çete jî brîndar bûn.
Di encama wan herdu çalakiyan de bi giştî 5 çete hatin kuştin, 11 çete jî brîndar bûn.
Li hemberî êrîş û pêkanînên faşizan ya dewleta Tirk a dagirker çalakiyên me wê bi awayek hîn xurttir berdewam bikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
11 Mijdar 2020