في 12 أيلول ، في ساعات المساء ، نفذت قواتنا عمليات فاعلة ضد قاعدتين تابعتين للجيش التركي المحتل

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Li roja 12ê Îlonê, di seatên ber bi êvarê de, li gundê Xzewiyê ya navçeya Cindirêsê, hêzên me li hemberî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor lidarxistin. Di wan çalakiyan de di noxteyên ku hatin hedefkirin de şewat derket û teqîn çêbûn.

 

Di encama çalakiyan de; 7 leşker hatin kuştin, 10 leşker û 2 çete jî brîndar bûn. Herwiha 8 konteynır hatin imha kirin. 2 BMP û 1 tank jî hatin derbkirin.

 

Piştê çalakiyê ji Efrîn û Cindirêsê 2 helîkopter û gelek ambulans hatin cihên çalakiyan û kuştî û brîndaran rakirin.  Herwiha artêşa dagirker gundên navçeya Şêrawa topbaran kir û li ser herêmê tevgera balafirên keşfe çêbûn. Di topbaranan de li gundê Birc Qasê 2 medenî brîndar bûn. Herwiha di gelek gundan de ziyana maddî çêbû.

 

Ew çalakî ji bo tolhildana pêkanînên derveyî mirovahî ya dewleta Tirk a dagirker ya ku li ser gelê me yê Efrînê dimeşîne hatine lidarxistin.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê

14 Îlon 2020

زر الذهاب إلى الأعلى