استشهاد احد رفاقنا الشهيد عفرين

Em hevrê Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya gişti re!

Rêhevalê me Efrîn di dîroka 21ê Adarê 2020’an de di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de brîndar bibû, lê belê piştî ku brîndar bû ruxmê hemû hewldan û destwerdanê di dîroka 31ê Adarê 2020’an de şehîd ket.

Hevrê Efrîn, di nav malbatek welatparêz de li bajarê Efrînê ji dayik bû. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi bandora berxwedana li dijî dagirkeriyê tevlî refên me bû. Li hember dagirkeriya li Efrînê, hêrs û kîneke mezin di nava xwe de dihewand û heta hênasa xwe ya dawî jî bi wêrekiyeke mezin têkoşîna xwe domand. Hevrê Efrîn, berpirsyartiyên ku di berxwedaniyê de li ser xwe wergirtibû bi biryardarî bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Efrîn

Nav û Paşnav: Xalid Elo

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê / 31 Adar 2020

Em di şexsê hevrê Efrîn de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrîn
1ê Nîsan 2020

زر الذهاب إلى الأعلى