في عملية نوعية قتل ٢ وأصيب ٣ من مرتزقة الاحتلال التركي
Di çalakiya sabotajê de 2 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
Hêzên me, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê çalakî û operasyonên xwe yên serkeftî bê navber didomînin.
Di roja 1ê Çile demjimêr 13:00 de li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê hêzên me bi çalakiyek sabotajê, çeper û stargehên girêdayî koma bi navê Firqet el-Hemzet hedef girtin. Di encamê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Her wiha tevgera balafirên bêmirov yê girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Şera yê bi ser Efrînê berdewam dike. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa û Kela Şewarixa bi obusan dijwarî topbaran kirin. Di encamê topbaranê de ziyaneke madî gihîşt welatiyên li herêmê.
Hêzên Rizgariya Efrînê | 2ê Çile 2020