قتل 2 من المرتزقة الإحتلال التركي في عملية إنتقامية

Di çalakiya tolhildanê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin
Li herêma Ezazê hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek bi bandor li dar xistin.
Di dîroka 11ê Kanûnê de li derdora gundê Kefer Xaşir yê bi ser herêma Ezazê de hêzên me li dijî çeper û stargehên çeteyên koma bi navê Lîwa el-Fetih çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 4 ji wan birîndar bûn û doçkayek hat rûxandin.
Piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundên Malikiyê û Mer’enazê yê bi ser navçeya Şera topbaran kirin. Di heman demê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser qadê bê navber geriyan

Hêzên Rizgariya Efrîn | 12 Kanûn 2019

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/452

زر الذهاب إلى الأعلى