سلسلة عمليات نوعية في عفرين واعزاز

Di çalakiyên tolhildanê de 9 çete hatin kuştin
Li herêma Efrîn û Ezazê hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin.
1. Di dîroka 8ê Kanûnê de di navbera gundên Meydankê û Gemrukê yê bi ser navçeya Şera de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Sultan Mûrad çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin.
2. Di heman dîrokê de di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şerawa de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Feylaq el-Şam çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de bi kasî ku hat zelalkirin, 1 çeteyê koma navborî hat hat kuştin û yek jî birîndar bû.
3. Di dîroka 9ê Kanûnê de li derdora herêma Ezazê hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 5 çeteyên koma navborî hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrîn | 11 Kanûn 2019


شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/450

زر الذهاب إلى الأعلى