في عملية إنتقامية، قتل ٥ مرتزقة تابعين للاحتلال التركي
Di çalakiyên tolhildanê de 5 çete hatin kuştin
Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de hêzên me li herêma Babê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek bi bandor li dar xistin.
Di dîroka 2ê Kanûnê de hêzên me li gundê Eblê yê bi ser herêma Babê li dijî çeper û baragehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi şêwazê sizme hat li dar xistin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û hejmarek birîndarên wan çêbûn, lê belê ne hat zelalkirin.
Her wiha piştî çalakiya hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Cîcan, Semûqa û Til Medîq yê bi ser herêma Şehba bi dijwarî topbaran kir.
Hêzên Rizgariya Efrîn | 3 Kanûn 2019