في عملية إنتقامية من قبل قواتنا قتل ٤ جنود الاحتلال التركي و مرتزق

Di çalakiyên tolhildanê de 4 leşker û çete hatin kuştin
Hêzên me di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û Mare çalakiyên bi bandor li dar xistin.
Di dîroka 28ê Mijdarê de hêzên me li gundê Malikiyê yê bi ser navçeya Şera li dijî baragehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi şêwazê sizme li dar xistin. Di encamê de de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Di dîroka 28ê Mijdarê de hêzên me li bajarê Efrîn taxa Eşrefiyê li dijî çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de seyareyek leşkeri hat rûxandin, çeteyê bi navê Rabî Ebû Arif hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
Di heman dîrokê de hêzên me li derdora bajarê Mare li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Mer’enaz, Şewarixa yê bi ser navçeya Şera û gundên Aqîbê, Bênê yê bi ser navçeya Şêrawa bi obüs û hawanan dijwarî topbaran kir.
Hêzên Rizgariya Efrîn | 29 Mijdar 2019

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/431

 

زر الذهاب إلى الأعلى