سلسلة عمليات انتقامية في منطقة عفرين واعزاز

Li herêma Efrîn û Ezazê rêzeçalakiyên tolhildanê
Hêzên me di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê de li herêma Efrîn û bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzêçalakiyên bi bandor li dar xistin.
Di dîroka 23ê Mijdarê de hêzên me li gundê Meryemîn yê bi ser navçeya Şera de çalakiyek bi şêwazê sizme li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di encamê de 2 ji wan giran 7 leşkerên dagirker birîndar bûn.
Di dîroka 23ê Mijdarê de hêzên me li gundê Xezewî ya bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyê bi navê Îbrahîm Mûsa el-Elî yê ku ji herêma İdlibê ye hat kuştin.
Di heman dîrokê de hêzên me li derdora bajarê Ezazê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 3 çete birîndar bûn.
Her wiha piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Mer’enaz, Şewarixa, Kela Şewarixa û Elqamiyê yên bi ser navçeya Şera de bi dijwarî topbaran kir.
Hêzên Rizgariya Efrîn | 25ê Mijdar 2019

شاهد الفيديو عبر الرابط التالي :

t.me/HRE_official_kurdish/412

زر الذهاب إلى الأعلى